'Şert û mercên girtiyên nexweş ên jin girantir in' 2018-08-06 09:14:41   STENBOL - Li gorî daneyên ÎHD'ê, di girtîgehan de 357 jê giran hezar 25 girtiyên nexweş hene û ji vana 86 jê jin in. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş ên jin pir giran in.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 357 jê giran bi giştî hezar û 25 girtiyên nexweş hene û ji vana 86 jê jin in. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, diyar kir ku girtiyên nexweş ên jin bêtir zehmetiyêd ikişînin û got: "Rewşên taybet ên girtiyên nexweş ên jin li gorî girtiyên din gelek zêde ne. Em dizanin ku li girtîgehan nêzîkatiyeke bi zimanê nêrza û biçûkxitînî heye. Loma jinên girtî bêtir zehmetiyê dikişînin."    GARDIYANÊN MÊR TEV LI LÊGERÎNÊ DIBIN    Onaran, anî ziman ku girtiyên nexweş ên jin dema diçin nexweşxaneyê cendirme û gardiyanên mêr ew sehî dikin û got: "Di dema reglê de jinên ku êş û sancûyên wan giran dibin sewqî enxweşxaneyê nakin. Di dema reglê de pêdiviyên wekî pedan bi cih nayên. Dema tên dayîn bi awaykî biçûkxistînî nêzî girtiyan dibin. Di lêgerînên rasthatinî yên di dema Rewşa Awarte de zêde bûn, amûrên taybet ên jinan li holê tên belakirin û tên rencîdekirin."    JI BO JINAN ŞERT Û MERC ZEHMETIR IN    Onaran, bilêv kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş zehmet in lê ji bo girtiyên nexweş ên jin zehmetir in. Onaran bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku demildest girtiyên nexweş berdin.    MA / Elif Çetiner