Ji ber muayenekirina bi kelemçe qebûl nekir, ceza lê hat birîn 2018-08-06 09:09:28 ENQERE - Girtiyê nexweş Mehmet Ozdemîr ku di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de ye, ji ber ku muayenekirina bi kelemçe qebûl nekiriye, bêyî ku bê muaeyenekirin ew şandine girtîgehê û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.  Girtiyê nexweş Mehmet Ozdemîr (39) ku di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de ye, dema ji bo muayenekirinê ew birin nexweşxaneyê, muayenekirina bi kelmçe lê hat ferzkirin. Lê ji ber ku Ozdemîr muayenekirina bi kelemçe qebûl nekir bêyî bê muayenekirin ew birin girtîgehê.    Ozdemîrê ku saleke di girtîgehê de ye, çavên wê dişewitin, dûrahiyê nabîne û madeya wî nerihet e. Hevjîna wî Betul Ozdemîr der barê rewşa wî de agahî dan. Ozdemîr, bilêv kir ku wê di 3'yê Tebaxê de bi hevjînê xwe Mehmet Ozdemîr re hevdîtin çêkiriye û hevjînê wê jê re gotiye ji ber ku muayenekirina bi kelmeçe red kiriye, bêyî ku bê tedawîkirin ew anîne nexweşxaneyê. Ozdemîr got: "Hevjînê min ji zûv de nexweş e. Dema çûye revîrê bijîşk sewqa wî ya nexweşxaneyê derxistiye, lê belê piştî demeke dirêj, di 2'yê Tebaxê de ew birine nexweşxaneyê. Dema wî dibin nexweşxaneyê di rîngê de wî dixin qabîneya yekkesî. A rast tu girtî vê yekê qebûl nakin, eziyetê bi wan didin kişandin. Ma dê kesek bi tenê bikaribe çi bike! Di hundurê qebîneyeke biçûk de mebest ew e ku di vê germahiyê de îşkenceyê bi wan bikin û vê yekê li gelek girtiyan dikin."    'XWESTIN BI KELEMÇEAKIRINA BI PAŞ VE WÎ MUAYENE BIKIN'    Ozdemîr got: "Ma muayenekirina bi kelmeçe çi qasî bi kêr tê û bijîşkên li wir vê yekê qebûl dikin. Ji ber ku hevjînê min muayenekirina bi kelemçe qebûl nake wî dişînin girtîgehê. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê demeke dirêj e ku vê yekê li girtiyan dikin. Çi bê serê hevjînê min, berpirsiyar midûrê girtîgehê û rayedarên li wira ne. Dema hevjînê min nehatibû girtin ne nexweş bû. Di girtîgehê de nexweş ket. Ez dev ji vê yekê bernedim."    CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ LÊ BIRÎN    Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî hevdîtina girtî bi rojekê hevjînê wê bi telefonê geriyaye û gotiye ji ber ku muayenekirina bi kelemçe qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.    MA / Diren Yurtsever