ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-06 09:00:52 * Gurbet D.'ya ku di 11 saliya xwe de bi kesekî 63 salî re hat zewicandin, niha li Basmaneya Îzmîrê bi çêkirina baxlemeyan sebra xwe tîne. Gurbet ji ber êş û azarên ku kişandine ne dibihîse û ne jî dikare biaxive.  * Bahriye Haydar ku ji Heleba Sûriyeyê berê xwe da Kilîsê û ji wir jî bi hêviya ku karekî bibîne berê xwe da Stenbolê û ji wir jî berê xwe da Îzmîrê, ji bo debara zarokên xwe bike dest bi xurdekariyê kir, lê belê ji ber vî karî nexweşîna pençeşêra pêsîran lê peyda bû.    *  Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li Îmraliyê pêkanîneke ji tecrîdê wirdetir heye û divê pêşî gelê kurd û bi giştî jî gelên Rojhilata Navîn hemû ji bo jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê bênavber bitêkoşin.    * Girtiyê nexweş Mehmet Ozdemîr ku di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de ye, ji ber ku muayenekirina bi kelmçe qebûl nekiriye, bêyî ku bê muaeyenekirin ew şandine girtîgehê û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.    * Ji bo gihandina şanogerên nû Teatra Jiyana Nû atolyeyek vekir û serlêdanên atolyeyê dest pê kirin. Dê serlêdan heta meha Mijdarê dewam bikin. Şanoger Omer Şahîn got: "Cihê herî sereke yê hîn bûnê atolye ne."    * Welatiyên ku bertek nîşanî zemkirina ceryan û gaza xwezayî dan, destnîşan kirin ku êdî nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin.    * Li gorî daneyên ÎHD'ê, di girtîgehan de 357 jê giran hezar 25 girtiyên nexweş hene û ji vana 86 jê jin in. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş ên jin pir giran in.    * Rojnamevan Barzan Guneş ku li Şirnexê girtiye, sibê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îdirê derkeve pêşberî dadger. Her wiha rojnamevan Ziya Ataman ku ji sala 2016'an ve girtiye jî dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Şirnexê derkeve pêşberî dadger.    * Aktîvîstên TJA'yê dê têkildarî bûyerên îstîsmara zayendî yên demên dawî li Şirnexê derketin holê li avahiya HDP'ê ya Şirnexê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13..00)   * Platforma Ekolojiyê ya Amedê dê têkildarî şewata daristanan û texrîata xwezayê li Terasa Bajêr a Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi boneya DYA di 6'ê gulana 1945'an de bombeyên nuklerî avêt ser bajarên Nagazakî û Hîroşîma yên Japonyayê û karesatek mezin rû dabû dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)