Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan 2018-08-05 14:14:52 EDENE – Hunermend Mecît Ozlu ku li Seyhanê ji ber di dewetekî de stranên kurdî got hat binaçvkirin, hat berdanê.   Li navçeya Seyhan a Edeneyê polîsan bi ser deweteke ku li ser Kolana Bazara Çarşemê ya li Taxa Barbarosê dihat kirin de girt. Polîsan bi hinceta ku di dewetê de propagandaya ‘rêxistinê’ tê kirin, Hunermend Mecît Ozlu ku li dewetê stranên kurdî digot binçav kirin. Ozlu piştî îfadeyên xwe yên li emniyete ku der barê wî de bi hinceta propagandaya ‘rêxistinê’ kiriye kirarî hat destpêkirn, bi talîmata dozger hat berdanê.