Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê! 2018-08-05 12:57:07   RIHA – Şaredariya Serê Kaniyê ya ku di destê AKP’ê de ye talîmata ku di hesabên xwe medya civakî de ‘reklama şaredariyê bikin’ da hemû xebatkarên xwe.    Şaredarê Serê Kaniyê Menderes Atîlla ku beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo deng bidin AKP’ê gefa ji kar derxistinê li xebatkarên xwe xwaribû, vê carê jî talîmat da xebatkarên xwe ku di hesabên xwe medya civakî de xebatên şaredariyê parve bikin.    Piştî vê talîmatê hat dîtin ku hemû xebatkaran, xebatên şarederiyê yên li ser malpera fermî û hesabê medya civakî yê şaredariyê hatine weşandin, di hesabê xwe yên medya civakî de parve kirine. Şaredarî piştî ku di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de ket destê AKP’ê, bi sedan xebatkarên taşeron ên şaredariyê ji kar hatin derxistin. Şaredariyê herî dawî jî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûn de (KHK) dawî li karên bi dehan xebatkarên taşeron anî bû.    ŞERÊ XIZMETÊ YÊ DI NAVBERA ŞAREDARIYAN!   Şaredariya Serê Kaniyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li ser hin xebatên bi sînor ên ku li navçeyê hatine kirin şer dikin û her du şaredarî jî li xebatên bi sînor xwedî derdikevin. ‘Kolana Prestîjê’ ya bi kevirên parqe, beriya demekê kevirên parqe ji hatin rakirin û bi asfaltê hat çêkirin. Şaredariya Serê Kaniyê ev xebat wek xebata xwe ji raya giştî re ragihand û pê reklama xwe kir.    Li ser vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi daxuyaniyek Şaredariya Serê Kaniyê derewand û ragihand ku hemû xebatên li ‘Kolana Prestîjê’ ji aliyê wan ve hatiye kirin. Her wiha li ser xebatên çend kolanên din, tamîrkirina parqan û çêkirinê malên çandê jî şerê xwedîderketinê didome.     Şaredar Menderes Atîlla beriya niha jî navê bavê xwe Seydo Atîlla li tax, mala çandê û Qursa Quranê danîbûn.