Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene 2018-08-05 12:40:21 ERZIROM -Leşkaran gundê Geventepe yê Gogsî nêzî 10 rojane kirine ablûkê. Gundiyên Geventepe, diyar kirin ku ketin û derketina gund hatine qedexekirin, helîkopter seriya gund pir zêde bombebaran dikin, her ku bombe tên avên malên wan dihejin û gundiyên çûbûn giha kom bikin jî hatine biçavkirin.    Gundiyan, da zanîn ku nêzî 10 rojane leşkeran gundê Geventepe yê navçeya Gogsî ya Erziromê kirine ablûkê û maşineyan di ketina gunde rawestiyayî, ketin û derketina gund qedexe kiriye û nikarin serê xwe ji malê  xwe derbixin.   GUNDIYAN GOTIN EWLEKARIYA CANÊ WAN TUNEYE   Gundiyan, diyar kirin ku bi dehan maşîneyên zirxî gundên wan dorpêç kirine, helîkopter qada ser gundê wan re bi awayekê pir zêde bombebaran dikin û piştî bombebaranê gelek ambulans û maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.    Gundiyan, anîn ziman ku ewlekariya canê wan tuneye, tevgera leşkerî û bombebarana helîkopteran pir zêdeye.    GUNDIYÊN JI BO GIHA KOM BIKIN ÇÛBÛN ARAZIYÊ HATIN BINÇAVKIRIN    Hat diyar kirin ku Haydar Oran, kurê wî Cîhat Oran û biraziyê wî Kadîr Oran ên ji bo giha kom bikin çûbûn herêma tê bombebarankirin û hatin binçavkirin li malbatê xwe geriyane û gotine “Ewlekariya canê wan tuneye.”   Hat destnîşan kirin ku 4 helîkopter bênavber herêmê bombebaran dikin û her ku bobeyan dibarîn in, malên gundiyan dihejin.