Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne 2018-08-05 12:14:08 BALIKESÎR - Jinan bertek nîşanî gefên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên piştgirên HDP’ê dixin hedef dan û gotin: “Em van gefan tu carî qebûl nakin. Me bi vîna xwe ya azad dengên xwe dan. Em li pişt dengên xwe ne.” Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, di 5’emîn Kongreya Baskên Jinan a Asayî ya AKP’ê de axivî û bi gotina “Ên ku piştgirî dan HDP’ê ku bikeve parlamentoyê, dê hesab bidin” gef li piştgirêkên HDP’ê xwaribû. Jinan bertek nîşanê gefên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike hedef dan.   ‘EV GEF NAYÊN QEBÛL KIRIN’   Yek ji welatiyên dengê xwe dan HDP’ê Hatîce Goz, diyar kir ku ne tesadûfe ku Erdogan di kongreya jinna de van hevokan bi kar tîne û wiha axivî: “Di 24’ê Hêzerînê de em dizanîn ew çawan bûn yekemîn. Lê mirovan bi înad, ji derveyî wan, ciheke ku lê nefek azad bigirin ji xwe re hilbijartin û bi serkeftin. Pêşengtiya vê jî jinan kir. Erdogan vê baş dizane. HDP’ê di hilbijartinê de herî zêde namzetên jin nîşan da û dengê jinan bir Meclîsê. Bêguman mafê hemû jina û hemû kesan ku dengê xwe bidin vê partiyê. Ev mafek demokratîke. Îro rabûna gefan li kesên dengên xwe dane HDP’ê dixwin. Ev yek rastiya Erdogan a çawan li jin û mûxalifetê mêze dike, nîşan dide. Em van gefan tu carî qebûl nadin û nas nakin.”   ‘EM BAŞ DIZANÎN KU EM ÇI DIXWAZIN’   Goz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Vîna jin û civakê heye ku bi awayekê herî xwezayî partiya ku wan temsîl bike, hilbijêrin û dengên xwe dibine. Erdogan dixwaze kesên ne alîgirê xwe tune bike. Hemû kesên ku Erdogan qebûl nakin, weke terorîst, sûcdar û xayînê welat tên îlankirin. Em dizanîn em çi dixwazin. Em jin û hemû mûxalîf, êdî cîhanek bê Erdogan dixwazin.”   ‘EM XWEDÎ RÊHEVALÊN XWE YÊN DI MECLÎDÊ DE JÎ DERDIKEVIN’   Gamze Ozkok jî, anî ziman ku gef li piştgirên HDP’ê xwarin nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Ji ber ku HDP piştgiriyê dide têkoşîna jinan min dengê xwe HDP’ê. HDP ji bo me baweriyek mezin. Gava em li Meclîsa zilaman mêze dikin, rêhevalên me yên sosyalîs ên jin ketina wan a meclîsê girînge. Dema em di vî warî de li mijarê mêze dikin, gotinên Erdogan ne  tesadüfin. Em ê xwedî li hemû kesên dengên xwe dan HDP’ê û rêhevalên me yên ketin meclîsê derbikevin. Ew têkoşîna me ya li kolanan dibin Meclîsê û li wir têkoşînek rast birêve dibin. Hewl didin di civakê de împaratoriya tirsê avabikin. Niha jî êrîşî HDP’ê dikin. Em van êrîşan qebûl nakin. Em weke jinên me dengên xwe dan HDP’ê  û xwedî dengên xwe derketin, van êrîşan şermezar û lanet dikin.”   ‘EM LI PIŞT DENGÊN XWE NE’   Ayfer Aslan jî, da zanîn ku partiyeke ku 6 mîlyon deng girtin, bi vî awayî hedef nîşandan ne raste û wiha bilêv kir: “Teqez emê li dijî van êrîşan derbikevin. Em weke jinan van gefan qebûl nakin. Me bi vîna xwe ya azad dengê xwe dan HDP’ê. Em li pişt dengên xwe ne û em ê tim piştgiriyê bidin ramana ku me diparêze.”   MA / Necla Demîr