5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin 2018-08-05 10:27:04 NAVENDA NÛÇAYAN - 5 rojin agahî ji endamê HDP’ê Mehmet Vefa Koçakli yê ji aliyê asayişa Hewlêrê ve hatibû gazîkirin, nayê girtin. Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku tevî hemû hewldanên wan ne asayîşê û ne jî PDK derbarê aqûbeta Koçakli de agahî dan wan.   Ji 1’ê Tebaxê ve agahî ji endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmed Vefa Koçakli yê li Hewlêrê dijî, nayê girtin. Koçakli nûnertiya HDP’ê agahdar kiribû û diyar kiribû ku asayişa Raperîn a Hewlêrê gazî wî kirin e. Lê Koçakli ji roja ku çûye asayişê heya niha agahî jê nayê girtin.   Endamê Nûnertiya HDP’ê Herêma Kurdistana Federal Abid Îke, derbarê bûyerê de agahî da Rojnews û diyar kir ku ji roja ku Koçakli çûye asayîşê heya niha agahî jê nagirin. Îke, anî ziman ku çend carin Koçakli ji asayîşa taxa Raperîn a Hewlêrê û asayişa Hewlêrê ya giştî pirs dikin, lê herdu asayiş jî tu agahiyan derbarê endamê wan de nadin û red dikin ku ew ne girtin û ne jî binçavkirin.   Îke, da zanîn ku piştî asayişê ew bi rayedarên PDK’ê re jî ketine peywendiyê û wiha bilêv kir: "Me derbarê rewşa Koçakli de agahî xwestin. Tevî ku rayedarên PDK’ê gotin ew ê wan di vê mijarê de agahdar bikin jî, heya niha tu zanyariyek ne dane wan.    Nûnerê HDP’ê Abid Îke destnîşan kir ku li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê zextên asayişê yên li dijî endam û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên li van herêman dijîn, zêde bûne.