Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin 2018-08-04 16:35:17 STENBOL - Komîsyona Girtîhan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di hefteya 332’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” de ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan krîtîk banga kirin.     Endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 332’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” de li Qada Galatasarayê kom bû. Komîsyonê di çalakiya vê heftê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna pençeşêrê Mehdî Boz.  Di çalakiyê de pankartên “Tecrît dikuşe, piştevanî dide jiyîn”  û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin û bê navber dirûşmên “Ji îşkenceya lêgerîna tazî na”, “Dê rûmeta mirovan îşkenceyê têk bibin” û “Ji Mehdî Boz re azadî” hatin berzkirin.    ‘LI SER GEL KOLEDARIYÊ FERZ DIKIN’   Ji parazvanên mafê mirovan Taylan Bekîn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li ser gel koledariyê ferz dikin. Bekîn, anî ziman ku bi qanûnên azadiya ramanê qedexe dikin, KHK’an  û OHAL’ê hewl didin gel bêdeng bikin û kolderiyê li ser gel ferz dikin.”   ‘NEHAT DERMAN KIRIN’   Bekîn, derbarê rewşa girtiyê nexweşîna pençeşêrê Mehdî Boz de jî axivî û wiha bilêv kir: “Boz di sala 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û ji wir jî birin Midûryeta Polîsan a Mûşê. Li vê derê 40 rojan rastî îşkenceya herî giran hat. Li dadgehê cezayê muebetê ji bo Boz hat dayîn. Boz berî bê girtin tu nexweşiyên wî tunebûn. Boz dinava  23 salan de, li girtîgehê rastî hemû rêbazên îşkencê, sîrgûn, lêgerîna tazî û derban hat û di hucra yek kesî de hat girtin. Di 28’ê Hezîrana 2016’an de teşhîsa pençeşêrê ji bo Boz hat danîn. Lê di girtîgehê de dermankirina Boz a radyo terapî û işinê tim hat asteng kirin û li nexweşxaneyê çûyê jî bi hinceta qawîşa hikûmxaran lê tuneye, paşve hat şandin.”    ‘DU SALIN BI MALBATÊ RE HEVDÎTIN NAKE’   Bekîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber cezayê dîsîplînê yê Boz 2 salin malbat nikare biçe hevdîtinê. Em dixwazin giriyên mîna Mehdî Boz ên nexweşiyên wan giran heyîn demildest bên berdan.”