Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man 2018-08-04 15:53:53 ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn, bal kişand ser binpêkirinên mafan ê di girtîgehan de tên jiyîn û got: “Ligel ku OHAL hat rakirin jî, binpêkirin di girtîgehan de bi dawî nabûn û her ku diçin zêdetir dibin. Di girtîgehan de hîna jî li ser girtiyan kincên yektîpî tên ferzkirin.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) û xizmên windayan ji bo 442’yemîn çalakiya “Winda bên dîtin û kujer bên darezandin” li ber Bînaya Serokwezîriyê ya Konakê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankartên “Ji Yek Tîpê re Na” û “Bila Şana Bêgunehiyê Neyê Tunekirin” hatin vekirin. Dayîkên  Aştiyê, Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, xizmên winda û girtiyan beşdarî çalakiyê bûn. ÎHD’ê di çalakiya vê heftê de, bal kişand rewşa Sîsê Bîngol a 80 salî û Koçer Ozdal ê 60 salî û xwest her du jî bên berdan.    Serokê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Zafer Încîn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de 401 girtiyên nexweş hene. Gelo agahiya wa jê heye girtiyên nexweş dimirin? Erka dewletê ewe ku ji bo girtî û hikûmxaran cih û warên rûmeta mirovan binpê nekin ava bikin. OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirinên mafan man."   Încîn, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş sîsê Bîngol a 80 salî û wiha bilêv kir: “Dayîka Sîsê berî bibin girtîgehê krîza dil derbas kir û dermankirina wê di nivî de ma. Piştî ket girtîgehê nexweşiya xwe nû kir. Pirsgirêkên wê yên tenduristî yên cîdî hene. Ligel ku rapora wê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ heye jî, Wezareta Dadê li hemberî Dayîka Sîsê ker û lal bûye. Ji bo dayika Sîsê li derve bê dermankirin, em dixwazin bê berdan.”    'OZDAL LI NEXWEŞXANÊ, DI QAWÎŞA HIKÛMXARAN DE TÊ GIRTIN'   Încîn, dûre bal kişand ser rewşa tenduristiya Koçer Ozdal ê li nexweşxanê di qawişa hikûmxaran de tê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku di girtîgehê de Ozdal nehat dermankirin, nexweşiya wî pêş de çû û rewşa wî giran bû.  Ozdal niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Numuneya Enqerê di qawîşa hikûmxaran de tê girtin. Ji bo mirinên nû di girtîgehan de rû nedin, divê dayîka  Sîse Bîngol û Koçer Ozdal bên berdana.” Piştî axaftina Încîn çalakî bi dawî bû.