Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan 2018-08-04 14:33:22   COLEMÊRG - Ji 20 gundiyên derbarê teqîna li Geverê pêk hat û di teqînê de hevjînê serbazekê Nurcan Karakaya û kurê wî yê 11 mehî tê de jiyana xwe ji dest dan de hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan.    Ji 20 gundiyên derbarê teqîna li gundê Qadiyan a navçeya Gavera Colemêrgê pêk hat û di teqînê de hevjînê serbazekê Nurcan Karakaya û kurê wî yê 11 mehî Mustafa Bedîrhan tê de jiyana xwe ji dest dan de hatibûn binçavkirin, 18 jê hatin berdan. Navê gundiyên piştî îfade dan Serdozgeriya Komarê ya Geverê û hatin berdan wihane:  Abdulgafur Kamerî, Hazim Komur, Veysel Tatli, Necîp Kaplan, Memduh Kaplan, Ekrem Tekîn, Îdrîs Avci, Hamît Avci, Rustem Çelîk û Îsmaîl Yalçin.    Gundiyên binavê Husret Altun û Gokhan Kaplan  jî hîna dibin çavan de tên girtin. Reşît Çelîk (60) ê dibin çavan de krîza dil derbas kir jî, piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, sewqî Wanê hat kirin.