4 kes li Stenbolê hatin girtin 2018-08-04 14:31:46   STENBOL - Li Stenbolê, di serdegirtina malan de ji 8 kesên hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin. Dinava kesên hatin girtin de, ji ber ku li ser kesekê 3 hep dolarên seriyên wan “F” û “G” ên DYA habûn hat girtin.    Li Stenbolê, di serdegirtinên malan de 8 kesên hatibûn binçavkirin, duh sewqî Edliya Çaylayan hatin kirin. 8 kesên li Şaxa Midûryeta Polîsan a ser Cadeya Vatanê ya Stenbolê mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anîn, dozger bêyî ku îfadeyên wan bigire, bi daxwaz girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 8’emîn a Stenbolê kirin. 8 kesên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin, anî ziman ku ji ber naveroka dosyayê nizanîn, li dadgehê jî mafê xwe yê bêdengmayînê bikar anîn. S.Ç, F.Y, F.O.  û T.O. bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 4 kesên din jî hatin berdan.    Hinceta 4 kesên hatin girtin “Agahiyên îstîxbaratî” hat nîşandan. Dinava kesên hatin girtin de, ji ber ku li ser kesekê 3 hep dolarên seriyên wan “F” û “G” ên DYA habûn, hat girtin. Hat zanîn ku F.O. û T.O yên hatin girtin, xizmên 3 kesên hatin berdan, bûn.