Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya 2018-08-04 14:05:35   AMED - Parazvanên Mafên Mirovan û Xizmên Windayan, aqûbet û faîlên Hasan Çîçek ê leşkeran bi hinceta “Nîşandanan rê’ di sala 1994’an de ji mala wî ya li Dersimê girt û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 495’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê li dar dixin.   ‘DARAZ ERKA XWE BI CIH NAYÎNE’   Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ligel ku kujerên gelek faîlên kiryar ne diyar tên zanîn jî, daraz erka xwe nayîne cih. Ji bo faîl bên darizandin divê Komîsyona  Heqîqetan bê avakirin. Divê ev çîrok yek bi yek derkevin holê. Em li vê derê cardin banga xwe dubare dikin. Hûn berpirsin ku van bûyeran derbixin holê. Ev cînayetên ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve pêk hat, divê dewlet bi xwe derbixwe holê. Heya dewlet van eşkere neke, emê aqûbeta windayên xwe bipirsin.”   JI BIŞKOK MILÊ CENAZEYÊ HATIBÛ ŞEWITANDIN NAS KIR   Rêveberê  Şaxa ÎHD’a Amedê Îrfan Ekîncî piştî axaftina Orhan, çîroka Hasan Çîçek ê leşkeran bi hinceta “Rê nîşandanê’ di 10’ê Cotamha 1994’an de ji mala wî ya li Dersimê girt û carek din agahî jê nehat girtin, vegot. Ekîncî, diyar kir ku ji bo Hasan Çîçek goma xwe Derekoy a gundê Boydaş a navçeya Xozat a Dersimê terk bike, bi dehan car rastî gefan hat û wiha got: “Hasan Çîçek ê gundê xwe terk nake, leşker bi hinceta ‘Nîşandana rê’ di 10’ê Cotmeha 1994’an de wî ji malê digirin. Hevjînê Hasan Çîçek, Zeynep Çîçek dengê çekan ji îstiqameta hevjînê wê birin de dibihîse. Ji vê dîrokê û şûnde êdî bi tu awayî agahî ji Çîçek nayê girtin.  Zeynep Çîçek ji bo hevjînê xwe bibîne dikeve nava hewldanan û piştî mehekê dibihîse cenazeyek şewitî hatiye dîtin. Bi fikira ku dibe yê hevjînê wê be, dixwaze cenaze teşhîs bike. Çiçek ji bişkoka milê cezane teşhîs dike ku yê hevjînê wê ye.  Lê ji ber ku nahat îspatkirin ku cenaze yê Hasan Çîçeke, di qeydên fermîn de hîna jî Hasan Çîçek weke ‘winda’ derbas dibe.”   DADGEHÊ: HASAN ÇÎÇEK WINDAYE   Ekîncî, anî ziman ku dosyeya  doza hat vekirin jî, heya demekê dinava  dadgehan hat û çû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di encama serlêdana Zeynep Çîçek a sala 1999’an de, doz li Dadgeha Cezayê Eslî ya Xozatê hat vekirin. Lê dadgehê biryar da ku Hasna Çîçek windaye.”