Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn 2018-08-04 12:31:21   MÊRSÎN - Ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê 2 jinên din, sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayseriyê hatin kirin.    Sewqên girtiyên jin ên siyasî yên ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê, ji bo Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayseriyê berdewam dikim. Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê beyî ku tu hincetê nîşan bibin, girtî Sînem Oguz û Yazgul Şahîn îro sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayseriyê kirin.    Di heman demê de, roja 1’ê Tebaxê 17 jinên din ên girtî ji girtîgeha Tarsûsê, sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayseriyê hatibûn kirin.