Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû 2018-08-04 11:59:16    AMED – Qedexeya derketina derve ya 4 gund û 5 gomên navçeyên Lîcê û Hênê rabûn.    Qedexeya derketina derve ya rojek berê di saet 23.55’an de, bi hinceta operasyona leşkerî li 4 gund û 5 gomên navçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê hat îlankirin, şevê din saet 17.00’an de hat rakirin.    Her wiha bi biryara qedexeya Walîtiya Amedê re helîkoptêran pêr sêgoşeya navçeyên Licê, Hênê û Karazê yên Amedê di saetên şevê de bombebaran kiribûn. Lê nehat zanîn li herêmê ka pevçûn çêbûye yan na.