Li Mereşê erdhêj çêbû 2018-08-04 11:58:46   MEREŞ – Li navçeya Andirîn a Mereşê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû.    Li gorî daxuyaniyeke ku li ser hesabê Serokatiya Rêveberiya Bobelat û Rewşên Lezgîn (AFAD) hat weşandin, saet 10.09’an de li navçeya Andirîn a Mereşê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû. Her wiha hat ragihandin ku erdhej bi 14,93 kîlometreyî di bin erde de pêk hatiye.