Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin 2018-08-04 10:25:26   ÊLIH - Birayê Aycan Kaya ya di komkujiya  Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest da Halît Ergîn, bertek nîşanî biryara di dozê de hat dayîn da û got: “Divê hemû berpirsîn komkujiyê bên darizandin.”    Danişîna biryarê ya komkujiya Gara Enqerê 10’ê Cotmehê ku bi sedan kes tê de birîndar bûn û 103 kesan jî jiyana xwe ji dest dan, di roja çaremîn de bi dawî bû. Şandeya dadgehê, ji bo bersûc Abdulmubtalîp Demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakub Şahîn, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resul Demîr, Haci Alî Durmaz û Huseyîn Tunç bi sûcdariya “Xerakirina pergala qanûna bingehîn” û “Bi zanebûn 100 kes kuştin” ji her yekê re 101 car cezayê girtîgeha muebeta giran da. Dadgehê di heman demê de, ji ber sûcdariya xwestina kuştina 20 jê zarok 391’an kesan, ji her yekê re 27 sal cezayê girtîgehê birî û bi giştî 10 hezar 557 sal cezayê girtîgehê hat dayîn     'EM JI BO ENCAMÊ ŞAŞWAZ NEBÛN’   Birayê Aycan Kaya (44) a di teqînê de jiyana xwe ji dest da Halît Ergîn (74), diyar kir ku divê hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin û wiha axivî: “Lazime berpirsên siyasî jî bên darizandin. Ji roja dozê destpêkir û heya niha darizandinek adîlane pêk nehat. Qatil diyar bûn. Divê hemû kesên li dijî aştiyê divê dozê de bên darizandin. Kesên li dijî aştiyê qatilên rastin. 3 zarokên xwişka min bê dayîn hiştin. Gelek mirov ji zarokên wan û malbatên wan kirin. Bi vê êrîşê re malbat qehir bûn. Tirs li civakê belav kirişn. Lê ligel van hemûyan jî, têkoşîna aştiyê berdewam dike. Aştiya ku xwişka min diparast, niha ez di parêzim û di hemû malbatan de jî ev têkoşîna aştiyê berdewam dike. Gelo ji vê  aştiyê re kê bû asteng? Ê li wê derê ewlekarî baş negirtin kê bûn? Ên ferma vê yekê dan kê bûn? Gava min cenazeyê xwişka xwe girt li ser bedena wê behna gaza îsotê dihat. Li ber gelek cenazeyan ev bêhn dihat. Gelo çend kes ji ber gaza îsotê jiyana xwe ji dest dan dibê bên tespîtkirin. Kesên ku gaza îsotê li mirovên rastî êrîşê hatin, ma dê neyên darizandin?    Ergîn, da zanîn ku bersûcan di çarçoveya îfadeyên hatibûn jiber kirin de parastin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Encama derketî holê em şaşwaz nekirin. Têkoşîna hiqûqî bêguman dê berdewam bike.”