Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn 2018-08-04 09:33:55 COLEMÊRG - Li Geverê, dema wesayîta polîsan derbas bû, teqîn rû da. Di teqînê de 1 jê girin 9 polîs birîndar bûn.  Li herêma Baregeha Tepe ya Çobanpinar Meşkan a navçeya Gevara Colemêrgê, şevê din dema wesayîta polîsna derbas bû, teqîn rû da. Di teqînê de 1 jê giran, 9 polîs birîndar bûn.  Daxuyaniya    Walîtiya Colemêrgê ya derbarê teqînê de da wihaye: “Dema maşîneya zirxî ya polîsan ji Baregeha Tepe ya  Çobanpinar Meşkan a Geverê vedigeriya, pêl mayîna ji aliyê PKK’iyan ve hatîbû danîn kir û teqiya. Di encama teqînê de 1 jê giran9 polîs birîndar bûn. Polîsên birandar rakirin nexweşxanê û tên dermankirin. Piştî teqînê gelek hêzên ewlekariyê sewqî herêmê hatin kirin.”