'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir' 2018-08-04 09:07:30   STENBOL - Doç. Dr. Sarphan Ûzûnoglû, anî ziman ku di nîveka salên 2000'î de naveroka TRT'ê hatiye valakirin û ji bo rewşa TRT'ê ku bi Serkomartiyê ve hat girêdan jî got: "Saziyeke ku bi bacên me li ser piya ye bi awayekî aşkere xweseriya xwe winda kir."    Bi biryaranameya Serokomartiyê RTUK bi Wezareta Çand û Turîzmê ve û TRT jî bi Serokatiya Pêwendiyê ya Serkomartiyê ve hat girêan. Hîndekarê Beşa Çapemenî û Dokumantasyonê ya Zanîngeha UİT Norveç Arcticê Doç. Dr. Sarphan Ûzûnoglû vê rewşê nirxand.    TRT XWESERÎBÛNA XWE WINDA KIR   Ûzûnoglû, anî ziman ku niha TRT bi Serkomartiyê ve hatiye girêdan. Ûzûnoglû, diyar kir ku TRT ne daxilî weşangeriyeke taybet e, daxilî weşangeriyeke giştî ye û ji ber vê tiştekî cuda ye. Ûzûnoglû got: "Mirov dikare polîtîkaya weşanê ya saziyeke weşanê ya taybet rexne bike. Saziya reqabetê jî di nav de di aboriyên lîberal de jî mekanîzmayên ku li hemberî vê konsantrasyona sermayeyê hene. Lê belê dema gotin bê ser TRT'ê em behsa weşangeriyeke giştî ya di nav organîzasyoneke siyasî de ye dikin. Yanî rewşa heyî ew e ku saziya ku bi bacên me li ser piya ye bi awayekî aşkere xwesrîbûna xwe winda kir. TRT'ya xwesr di demên dawî de ji holê rabû. Tirsa min ew e ku li Tirkiyeyê kî bibe îktîdar dê rewşa TRT êdî ev be."    Ûzûnoglû, anî ziman ku berî TRT bi Serokomartiyê ve bê girêdan jî weşaneke bê alî nedikir.   Ûzûnoglû, destnîşan kir ku polîtîkaya weşanê ya TRT'ê polîtîkayên dewletê temsîl dike û got: "Ev tim wisa bû. Axaftinên 'banga ji bo neteweyê' ya di dema Ozal de jî di nav de, li Tirkiyeyê îktîdara siyasî peyamên xwe yên çandî û siyasî tim bi rêya TRT'ê dida. Di demên dawî de ev yek bi awayekî aşkere tê kirin. TRT, bi zimanê xwe yê nûçeyan û naveroka xwe ji amûra giştî veguherî amûreke propagandayê. Jixwe mesele jî ji vira dest pê kir."    Ûzûnoglû, anî ziman ku eger partiyên muxalif jî bibûnan îktîdar dê pirsgirêka "xwesîrbûna" TRT'ê hebûna û got: "Li holê modeleke wisa tune ye. Ev model ji bo tesîrgirtinê vekiriye. Berê girêdayî Bulent Arinç bû. Niha jî girêdayî Erdogan e. Kes biguherin jî, lê tim girêdayî avaniya siyasî ye."    ‘TRT VEGUHERÎ AMÛREKE PROPAGANDAYÊ'    Ûzûnoglû, destnîşan kir ku di nîveka salên 2000'î de naveroka TRT'ê hatiye valakirin û ev yek jî bi bernamgeriya taşeronî dest pê kiriye. Ûzûnoglû got: "Ev tişt niha rû nedaye. Di salên 2000'î de kesên di TRT'ê de bername çêdikirin cihê xwe dan hin rojnamevanan. Wê demê bi dehan xebatkarên TRT'ê ji kar hatin avêtin. Wê demê kesî li hemberî vê yekê deng dernexist." Ûzûnoglû, bilêv kir ku bi vî awayî TRT ji polîtîkayeke weşanê ya taşeroniyî veguherî amûreke propagandayê.