Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye 2018-08-04 09:06:58     ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zafer Încîn, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo rapora der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Încîn, destnîşan kir ku her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbe, lê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne û li hin girtîgehan pêkanîna kincên yektîpî tê ferzkirin.    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte 2 salan dewam kir. Di vê demê de ji ber Rewşa Awaret binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gelekî zêde bûn. Her çend di 21'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê dîsa jî şert û mercên li girtîgehan baş nebûn. Têkildarî vê rewşê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xebatên xwe yên raporkirinê didomîne.    ‘LI HIN GIRTÎGEHAN YEKTÎPÎ TÊ FERZKIRIN'    Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zafer Încîn, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan gelekî zêde bûye û her çend du hefte berê Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê hîn jî li girtîgehan didome. Încîn, destnîşan kir ku li hin girtîgehan yektîpî tê ferzkirin û rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye ew li benda sererastkirineke nû ne. Încîn got: "A rastî ev ne vegotineke hiqûqî ye. Divê ew sererastkirinên ku di dema Rewşa Awarte de bi KHK'yan hatin kirin, piştî bidawîbûna Rewşa Awarte ji holê bihatanan rakirin. Ji bo vê yekê pêdivî bi sererastkirineke nû tune ye. Rêziknameya beriya Rewşa Awarte çi be, divê ew careke din rêkeve dewrê. Lê her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê li girtîgehan rewşeke erênî xwe nedaye der."    ‘JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ AMADEKARIYÊN ME YÊN JI BO ÇAKAKIYAN HENE'    Încîn di çarçoveya xebatên xwe yên raporkirinê de behsa hevdîtinên xwe yên li Girtîgeha Xarpêtê kir û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê hejmariya li ser piyan li girtiyan ferz dike. Încîn, bilêv kir ku girtiyên ku li hemberî vê derdikevin bi cezayê dîsîplînê înfaza wan tê şewitandin û got: "Girtiyên ku divê bên berdan, roja berdanê bi suprîzên pir xerab re rû bi rû dimînin. Ev pêkanînên li girtîgehan, meseleya polîtîkaya îktîdarê ye. Em hêvîdar in ku der barê girtîgehan de biryarnameyên erênî bên derxistin. Nemza em ÎHD ji bo girtiyên nexweş amadekariyên hin çalakiyan dikin."    ‘GIRTIYA NEXWEŞ DÎCLE BOZAN NAYÊ TEDAWÎKIRIN'    Încîn bi bîr xist ku li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê 402 jê giran hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Încîn got: "Her diçe emxdûriyet zêde dibin. Nexweşîneke biçûk jî her diçe vediguhere nexweşîneke mezin. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê girtiyên nexweş bi binpêkirinên mezin re rû bi rû dimînin. Li Girtîgeha Xarpêtê ez bi girtiya bi navê Dîcle Bozan ku ji Girtîgeha Menemenê hatiye sirgûnkirin re axivîm. Hîn jî li benda tedawîkirinê ye. Nexweşînên wê yênc idî hene. Girtîgeha Xarpêtê wekî hincet diyar dike ku ew li benda raporên Bozanê ne û bi vî awayî nahêle tedawî bibe. Li girtîgehên din jî pirsgirêkên pêwendiyê, hejmariya li ser piyan û peydakirina pirtûkan heye."    'BILA LI GIRTÎGEHAN DAWÎ LI BINPÊKIRINA MAFAN BÊ'    Încîn, bilêv kir ku li girtîgehên Herêma Egeyê li qawîşên kapasîteya wan 20 kes in 30-40 kes dimînin û got: "Me bihîst ku li Manîsa û Îzmîrê hewldanên ku qapasîte bên zêdekirin hene. Girtîgeha heta ber dev tije ne. Mirov li ser hev radikevin. Havînan pir germ e. Bi perwaneyeke biçûçik hewl didin xwe germ bikin. Em careke di destnîşan dikin ku divê bi muameleyeke weke însan nêzîkatiyeke ji bo însanan hebe."