ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-04 09:00:08 * Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zafer Încîn, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo rapora der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Încîn, destnîşan kir ku her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbe, lê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne û li hin girtîgehan pêkanîna kincên yektîpî tê ferzkirin.  * Doç. Dr. Sarphan Ûzûnoglû, anî ziman ku di nîveka salên 2000'î de naveroka TRT'ê hatiye valakirin û ji bo rewşa TRT'ê ku bi Serkomartiyê ve hat girêdan jî got: "Saziyeke ku bi bacên me li ser piya ye bi awayekî aşkere xweseriya xwe winda kir."   * CPT, di serdanên xwe yên 2019'an de cih neda Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji CPT'yê re raporek şandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmarliyê veguheriye tecrîdeke mayînde û bang li CPT'yê hat kirin ku serdana Îmraliyê bike.    * Li Geverê qeyûm her roj rêyan çêdike û xerab dike. Ji ber vê yekê nexweşên astimê nikarin derkevin derve, dikandar nikarin kar bikin, ji ber ava kanalîzasyonê cade hemû vale ne û xebatên berî hilbijartinê hatibûn lezkirin, piştî hilbijartinê ev xebat tenê li qadên leşkerî berdewam dikin.   * Sefîrê Teqawît Uluç Ozulker diyar kir ku gengeşiya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de tenê bi bûyera rahîb Andrew Brunson re bi sînor nîne û wiha got: “Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e.”   * Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 495’emîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu çalakiya rûniştinê li dar bixin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê bi daxwaza kujer bên darizandin di hefteya 697’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam bikin û aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê li Kirlarelî di 10'ê Tebaxa 204'an hat  windakirin bipirsin. (12.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê bi çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 332’yemîn dê li Qada Galatasarayê balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Mehdî Boz.  (13.30)   * Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 442’emîn de li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê bê lidarxistin. (13.00)   * Înîsiyatîfa Azad a Girtiyên Nexweş, dê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de, li Avahiya Şaxa ÎHD'a Enqerê cara 207'an civîna çapemeniyê li darbixe. (18.00)