Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan 2018-08-03 21:38:56   AMED - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Fedaî Turelî ku hat îdiakirin di 31'ê Tîrmehê de polîsan wî û hevalên wî bi wesayîta "Ranger"ê binçav kiriye û 3 rojin agahî jê nedihat girtin, hat diyarkirin hatiye berdan û çûye mala xwe.    Hatibû îdiakirin ku di 31'ê Tîrmehê de li Kuçeya Kutuphaney ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Fedaî Turelî û hevalên pê re polîsan ew binçavkiriye û li wesayîta "Ranger" siwar kiriye û revandiye. Piştî Turelî û hevalên wî hatibûn desteserkirin wan biribûn Qereqola Şehîtlikê, lê belê paşê tu agahî ji wan neyatibû girtin. Parêzerên HDP'ê serî li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê dabûn û emniyetê gotibû kesekî bi vî navî nehatiye binçavkirin.    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, li ser hesabê xwe yê Twitterê yê bi navê @HDPGencMeclisi der barê Turelî de agahiyek parve kir. Meclîsa Ciwanan got: "Me agahî girt ku hevalê me Fedaî Turelî hatiye revandin û binçavkirin û paşê hatiye berdan û niha li cem malbata xwe ye û rewşa wî baş e."