Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn 2018-08-03 18:04:49   ENQERE - Di doza Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de ku 103 kes miribûn û bi sedan kes birîndar bûbûn de biryar hat dayîn. Li 9 kesan herkê 101 caran cezayê muebeda giran hat birin.    Di doza Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de ku 103 kes miribûn û bi sedan kes birîndar bûbûn de biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê bi tawanbariya "binpêkirina qanûna bingehîn" li bersûc Abdulmutalîp demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Guneş, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resûl Demîr, Haci Alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç herkê muebedeke giran û bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" herkê 100 caran cezayê muebeda giran birî.    Her wiha dadgehê bi tawanbariya kuştina 20 jê zarok 391 kesî jî li bersûcan herkê 27 sal ceza birî.    Dadgehê li bi hinceta "di çarçoveya fealiyetên rêxistinê bêyî destûr peydakirina madeyên talûke de" li bersûc Abdulmutalîp Demîr, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn Burak Oramanoglû û Huseyîn Tûnç herkê 10 sal ceza û 40 hezar lîre cezayê pereyî birî.    Her wiha li bersûc Ormanoglû û Akaltin bi tawanbariya "peydakirina çek û guleyên talûke" herkê 10 sal û 6 meh ceza û herkê 36 hezar lîre cezayê pereyî hat birîn.    Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li bersûc Burak Ormanoglû, Suphî Alpfîdan, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez û Yakûp Karaoglû herkê 12 sal û bi heman hincetê li bersûc Esîn Altintûg (Dûrgûn), Hatîce Akaltin, Yakûp Yildirim û Abdulhamît Boz jî herkê 7 sal û 6 meh cea birî.    Bi hinceta "endmatiya rêxistinê" 18 sal ceza li bersûc Erman Ekîncî jî hat birîn.    Dadgehê derbarê bersûcên fîrara İlhami Bali, Savaş Yildiz, Edremit Ture, Deniz Buyukçelebi, Yakup Selagzi, Kasim Dere, Nusret Yilmaz, Mustafa Delibaşlar, Walentina Slobodjanjuk, Muhammet Zana Alkan, Omer Deniz Dundar, Cebrail Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kutval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyin Ugur jî de biryar da ku dosyeya wan bê veqetandin.