Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin 2017-10-19 18:30:10 DERSIM – Cenazeyê Gokhan Keskin ku hat îdiakirin di operasyona leşkerî de di nav şer de maye û jiyana xwe ji dest daye û walî wî wek "hevkar" nîşan daye, hat wergirtin û ew anîn Pulurê. Her wiha xeber ji Kadîr Şaşar ku li cem Keskîn bû jî nayê wergirtin.  Cenazeê bavê 2 zarokan Gokhan Keskin (27) ku duh hat îdiakirin li bejahiya gundê Sarisalkim ê Pulura Dersimê di nav pevçûnê de maye û jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û ji bo definkirinê ew birin Pulurê. Cenaze birin Morga Cemxaneya Munzur Baba û wê sibê bê definkirin.    AGAHÎ JI ŞAŞAR NAYÊN WERGIRTIN   Her wiha xeber ji Kadîr Şaşar ku tevî Keskîn ji bo amadekariyên zivistanê li herêmê bû jî nayên wergirtin.    Şêniyên gundê Sarisalkimê diyar kirin ku kesê ku Waliyê Dersimê jê re gotiye "hevkar" Gokhan Keskîn e û tomerîforişiyê dike. Gundiyan anî ziman ku ew û hevalê xwe Kadîr Şaşar ji bo amadekariyên zivistanê bi traktora kekê xwe çûne herêmê.