Şandeya HDP’ê li Şengalêye 2018-08-03 12:01:18 ŞENGAL -Şandeyek ku di nav de parlamenterên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê jî hebûn, bi armanca ku beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya 3'yê Tebaxê bibin, li Şengalêye. Şandeyek  ku ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Dersim Dag ve Îmam Taşçier, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk dihat, bi armanca ku beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya 3'yê Tebaxê bibe, li Şengalê ye. Şande li Şengalê ji aliyê endamên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatin pêşwazî kirin.   Şandê bi jinên ku li dijî fermanê li ber xwe dabûn re hatîn gel hev û serdana gundên ku rastî êrîşên DAIŞ’ê hatibûn kir. Şande dûre beşdarî bîranîna ku li ber Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxistin bû.