Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence 2018-08-03 09:02:43   RIHA - Li Rihayê di dema 2 salên OHAL’ê de îşkenceya ku li civakê hat kirin ji rê û rêbazên îşkenceya 12’ê Îlonê jî girantir bûn. Ne pêkane ku mirov karibe hemû îşkenceyên hatine kirin tespît bike. Lê bi hezaran kes di dema OHAL’ê de hatin binçavkirin û li sedan kes jî îşkence hat kirin. Lêpirsînên hatin vekirin jî bi biryarên neşopandinê hatin batalkirin.    Binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê piştî Rewşa Awarte (OHAL) a 20’ê Tîremaha 2016’an de hat îlankirin û şûn ve bi awayeke cidî zêde bûn. Di serî de li girtîgehan û qereqolan de pêkanînên nebaş yên li dijî girtiyan pêk hatin, ji yên serdema 12’ê Îlona 1980’î kêmtir nebûn. Riha bi van kiryaran di rêza yekemîn de cih digire.    ÎŞKENCEYÊN OHALÊ NE JI YÊN 12 ÎLONÊ KÊMTIR IN    Hat diyarkirin ku di serdema OHAL’ê de welatiyên li Rihayê hatin binçavkirin di jêrzemînên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM) ya Miduriyeta Polîsên Rihayê de dihat girtin û van jêrzemînan wek cihê îşkenceyê hatin bikaranîn. Di van jêrzemînan de li welatiyên dihat binçavkirin bi rêbazên îşkenceya askiya filistênê, îşkenceya bi jopê, dayîna ceyranê, birîna henesê, bikaranîna ava şid, bi şev di sermayê de hiştin, feleqe kirin, daliqandina serbinûş, bi tura xîzê lêdan, di hucreyê de pê guhdarkirina dengên îşkenceyan û îşkenceya derûnî ya ji 12’ê Îlonê ne kêmtir hat kirin. Welatiyên mexdurên îşkenceyê dermankirina derûnî dîtin û pirtirên wan yê bandora îşkenceya li wan hatiye kirin venegotine.    WEK FERMANDAR, GENERAL Û REÎS BANGÎ HEV DIKIRIN   Li gor vegotinên mexdûrên îşkenceyê li Rihayê 2 navendên cihê yên îşkenceyê hene. Yek jivana jêrzemînên Şaxa TEM’ê ye. Ya din jî Salona Sporê ya Girtî ya Sabîha Ozel e. Îşkenceya li Salona Sporê wek îşkenceya qebe pêk dihat. Di jêrzemînên  Şaxa TEM’ê de hin bêtir bi sîstematîk îşkence dihat kirin. Dîsa li gor vegotinên mexduran li Rihayê yekîneyên taybet ên îşkenceyê hatiye avakirin û ev ekîb wek fermandar, general û reîs navên kod li hev kirine û wisa deng li hev dikin.    AGAHIYEKE SAXLEM NÎN E   Ji bo îşkenceya ku li bajarê Rihayê hatiye kirin raporek saxlem nîne. Di vê derbarê de ne Baroya Rihayê, ne Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê ne jî aktivîstên din yên mafên mirovan raporek bi ser û ber li ser mijarê amade nekirine. Ji mexdurên îşkenceyê pir kêm kes çûne û serî li ÎHD û Baroya Rihayê dane. Ji bo van serlêdanan bo ku doz bên vekirin giliyên hatine kirin bi hinceta "delîlên kêm" der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn.    Di destpêka îlana OHAL’ê de dema binçavkirinê 30 roj bûn. Heta 5 rojan dîtina parêzer qedexebûn. Di vê demê de li gelek kesên di bin çavan de dihat girtin îşkence dihat kirin. Mexdurên ku dest û rûyê wan mor bûne derdixistin dozgariyê. Li gel van daneyên şênber jî ne dozgeran û ne jî dadgeran derbarê kiryaran de doz venekirin. Dozger û dadger daxwazên parêzeran ên tespîta Tiba Edlî redkirine û li gor girtekên polîs biryara neşopandinê dane û hemû giliyên mexduran bê encam hatine hiştin.   LI PARÊZER LÊPIRSÎN VEKIRIN   Li dij îşkenceya li Şaxa TEM’a Rihayê yek lêpirsîn jî nehatiye vekirin. Lê derbarê parêzerê ku xwest îşkenceyê bi wêneyê bike belge ji bo lêpirsîn bidin destpêkirin girtek hat girtin. Parêzer Faruk Yaygin got dema 2016’an miwekîlê xwe di derxistina dadgehê de dît ji ber halê tê de matmayî maye. Yaygin anî ziman ku wî rewşê ji dadger re gotiye û dadger jî bersiva “tişta ku ez bikim nîn e. Here di dozgeriyê gilî bike" da wî. Yaygin piştî danişîn diqede wêneya mivekîlê xwe dikşîne û wiha got: "Polîs û dadger nexwestin wêne bên kişandin. Li ser mijara îşkenceyê doz li polîsek jî nehatiye vekirin. Lê ji bo ku min xwest îşkenceya hat kirin bi wêneyê bikim delîl derbarê min de bo ku lêpirsîn bidin destpêkirin girtek dan girtin."    ‘ÎŞKENCEYÊ KIRIN RÊBAZ’   Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku di serdema OHAL’ê de îşkence bû rêbazek û wiha axivî: "Pir û hindikê îşkenceyê nîn e. Îşkence îşkence ye. Sed mixabin agahiyên bi dehan kiryarên îşkenceyê di nav me de jî zêde bertek neda avakirin. Di nav gel de, di nava saziyan de li dijî kiryarên îşkenceyê zêde bertek nehat nîşandan. Ez wisa difikirim ku hemu kesên li Rihayê hatin binçavkirin îşkence hatiye kirin. Di hemû binçavkirinên polîsan de bi rengek îşkence hatiye kirin. Lê serlêdanên suc pir kêm man. Van serdêldanên suç jî bi biryarên neşopandinê bidawî bûne.    MA / Erdogan Alayumat