ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-03 09:00:05     * Li Îdirê hema bêje li ber deriyê her malekê duçerxek heye. Tê gotin li Îdirê 100 hezar duçrex hene. Şêniyên bajêr bi duçrexê diçin malê, kar, zevî, bax û baxçe û seyranê. Welatî duçerxê wek alavek bêmaliye û jiyana bi tenduristî dibînin.    * Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Ahmet Oguz, diyar kir ku binpêkirinên mafan û muameleyên xerab ên li ser girtiyan bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girê da û got: “Tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, dê tecrîta li ser hemû girtîgehan rabe.”   * Rojnameger Hayri Kiziler ê di serdema komkujiya Şengalê de bi sedanhezar kesan re xwe spart Çiyayê Şengalê û Komkujiyê ji raya giştî ya Cîhanê re ragihandibûn, di 4’emîn salvegera Komkujiyê de jî gavbigev bajarê Şengalê geriya û şahidiya ku ji îxanet û berxwedanê re kiribûn vegot.   * Li cîhanê duyemîn gola krater a mezintirîn Gola Nemrût a li Tetwanê ye. Gol bi xweşikiya xwe ya xwezayî û rengê xwe wek bihûştekê ye û wek newazeya xwezayî tê binavkirin. Tê gotin ava golê her sal kêmtir dibe.    * Femînîst, nivîskar Aslihan Gençay a nexweşîna Wernicke Korsakoff, ji ber ku pirsgirêkên di girtîgehê de ji dozger re vegotin, 10 rojin di hucrê deye.  Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Tugay Bek, diyar kir ku Gençay di hucreya yek kesî de girtin ne hiqûqiye.     * Li Rihayê di dema 2 salên OHAL’ê de îşkenceya ku li civakê hat kirin ji rê û rêbazên îşkenceya 12’ê Îlonê jî girantir bûn. Ne pêkane ku mirov karibe hemû îşkenceyên hatine kirin tespît bike. Lê bi hezaran kes di dema OHAL’ê de hatin binçavkirin û li sedan kes jî îşkence hat kirin. Lêpirsînên hatin vekirin jî bi biryarên neşopandinê hatin batalkirin.    * Endamê Sendîkayê Sendîkaya Metal Îş'ê Ugur Îlter diyar kir ku ew karkerê Paksan Makînayê ne û got: "Lê şirketê em ji kar avêtin. Ligel ku em endamê Sendîkayê bûn jî, li dijî şîrketê destek neda me û biryara çalekiyê me bi însiyatîfa xwe girt."   * HDP, TJA, Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Desteserkirin a Stenbolê, Platforma  Jinên Dîcle Amed a Amedê û Meclîsa Jinan a Îzmîrê, dê bi bomeye 4'emîn salvegera komkujiya Êzidiyan a DAIŞ'ê pêk anî, li Edene, Mêrsîn, Şirnex û Riha daxuyanî bidin çapemeniyê. (10.30-190:00)    * Baroya Amedê, dê ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li Sura Amedê hat kuştin, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya  Civaka Demokratîk (KCD), dê li dijî qetlîamên Jinan û jenosîta Êzidiyan li Şaxa Egîtîm-Sen a Hejmara 1'emîn panelê li der bixin. (13.00)