Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin 2018-08-02 18:14:17   ÇEWLIG – Namzetê HDP’ê yê Çewligê û Serokê Şaxa ÎHD’ê yê berê Nîhat Aksoy bi hinceta parvekirinên medya civakî hat girtin.    Namzetê HDP’ê yê Çewligê û Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Çewligê Nîhat Aksoy duh li kargeha xwe ya li bajêr hatibû binçavkirin. Akosy îro derxistin Edliyeya Çewligê. Piştî darizandinê Akosy ji aliyê dadgehê ve bi hinceta wêneyê gora siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz di hesabê xwe yê medya civakî de parve kiriye bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.    Aksoy şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewligê.