Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2018-08-02 18:10:17   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 777’emîn red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muharrem Şahîn bi boneya bi miwekîlê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriy Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran cara 777'emîn red kir.    Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” 777 car hatin redkirin.