Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin 2018-08-02 16:20:22   STENBOL - Pêşnûme qanûna rawestandina firûtina F-35 a Tirkiyeyê, di Senatoya DYA re derbas bû. Pêşnûmeya di hefteya derbas bûyî de, li Meclîsa Nûneran hat qebûlkirin, dê pêşkêşî îmzeya Trump bê kirin.     Senatoya DYA, pêşnûme qanûna mesrefên parastina 2019’an ên 716 mîlyar dolar, bi 87 dengan hat qebûlkirin. Pênûmeya di hefteya derbas bûyî de, li Meclîsa Nûneran hat qebûlkirin, dê pêşkêşî Serokê DYA Donald Trump bê klirin. Çawan ku Trump pêşnûmeyê qebûl bike, dê teslîmkirina balafirên şer F-35 ên ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin.