Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin 2018-08-02 15:07:24 AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê li dijî Dozgeriya Amedê ku bi hinceta "muxalefeta qanûna OHAL'ê" cezayê pere li 400 kedkaran birî bertek nîşan da û got ew ê vî cezayî ranezînin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî Dozgeriya Amedê ku bi hinceta "muxalefeta qanûna OHAL'ê" cezayê pere li 400 kedkaran birî, li ber Edliya Amedê xwest daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. Lê polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin. Endamên platformê bi polîsan re hevdîtin kirin. Polîsan bi hinceta “li ber deriyê saziyên dewletê daxuyanî nayê dayîn” destûr neda daxuyaniyê. Li ser vê yekê endamên platformê li kolan li hember avahiya Edliyê li ber avahiya Baroya Amedê daxuyanî li dar xist. Pêkhateyên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ê têkoşîna xwe ya rewa bidomînin” hildan û dirûşm berz kirin.    ‘OHAL RABÛ LÊ PÊKANÎNÊ WÊ DEWAM DIKIN’    Beriya metna daxuyaniyê bê xwendin Serokê Odeya Tabîban a Amedê Şerîf Demîr bertek nîşanî destûrnedayîna daxuyaniyê li ber edliyeyê da û got: “Ev 2 sal e ji ber OHAL’ê destûrê nadin daxuyaniyan. OHAL rabû lê pêkanînên wê di meriyetê de ne. Em ê her tim mafê xwe yê rewa bikar bînin.”    'ME DAXWAZÊN XWE DEMOKRATÎK ANÎ ZIMAN’    Hevserokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê Abbas Şahîn li ser navê platformê daxuyanî da û bal kişand ser birîna cezayê pere ya di serdema OHAL’ê bi boneya tev li daxuyaniya bûne. Şahîn anî ziman ku wan di daxuyaniyên xwe de êrîşên li dijî mafên bingehîn û azadiyan daxwazên xwe demokratîk anîne ziman û got: “Desthilatdarî bi pergala nû li hemberî STK û rêxistinên kedê ketiye tevgerê û dixwaze me bîne asta saziyên tabelayê. Dixwaze em li dijî wan dernekevin û li gorî xwe birêve bibe. Hemû pêkanînên neyînî yên mîna aborî, hiqûqî û bêewle li ser me ferz bike û li gorî daxwaza xwe welêt birêve bibe.”    'EM Ê VÎ CEZAYÊ PERA RANEZÎNIN’    Şahîn bal kişand ser cezayê pere yê dozgeriyê li kedkaaran biriye û wiha got: “Biryara dozger li dijî destûra bingehîn û Protokola ÎLO ya Tirkiye îmzevanê wê ye. Dozgeriyê li nêzî 400 kesan 914 lîre ceza birî. Em ê vî cezayî nedin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”