Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da 2018-08-02 14:26:42       DÎLOK - Li deriyê gumrika navçeya Karkamiş a Dîlokê teqînek rû da. Hat diyar  kirin ku teqîna "Bi kontrol' rû daye.     Li deriyê gumrika navçeya Karkamiş a Dîlokê ya pêş berî bajarê Cerablus a Sûriyê, teqînek mezin rû de. Hin camên malan ên li navçeyê, ji ber teqîna dijwar rû da şikestin. Hat zanîn ku teqîn li aliyê sînor ê din pêk hatiye. Hat diyar kirin ku teqîn dibin kontrola leşkerên TSK û OSO de pêk hatiye û di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest nedaye.