Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin 2018-08-02 13:38:35   ŞIRNEX - Li Qilabanê, xizmên 3 kesên îstîsmara zayendî li zaroka biçûk kirin, ji bajarokê tên dûrxistin. Hat zanîn ku îstîsmarkar E.Y. hatiye girtin.    Di rojên derbas bûyî de li bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qilaban a Şirnexê, derket holê ku du cerdevanên ji cerdevantiyê derbasî çawîştiya pispor bûn H.Y., E.Y. û ajokarê domîşê A.Y. îstîsmar zayendî li dijî zaroka 14 salî pêk anîne.  Piştî bûyer  eşkere bû, Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê lêpirsîn da dastpê kirin. Hat, diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîn de îstîsmarkar E.Y. hat girtin û derbarê A.Y. de jî biryara girtinê hat dayîn. Derbarê girtin an jî negirtina A.Y. de hîna tu agahî nehatine bi dest xistin û aqûbeta îstîsmarkar H.Y. nayê zanîn.    MALBATÊN ÎSTÎSMARKARAN HATIN DÛR XISTIN    Bûyera ku di raya giştî de bû sedema bertekên mezin, berî çend rojan hin welatiyên bajêr têkildarî bûyerê kom bûm. Welatiyên li hemberî bûyerê bi bertekin, bi hin sazî û dezgehên rayedarên navçeyê re hevdîtin kirin. Niştecihên bajêr piştî hevdîtinan, biryar dan ku malbatên 3 kesên îstîsmarkarên zaroka biçûk a 14 salî, ji bajarokê derbixin. Li ser vê yekê malbatên 3 kesên îstîsmarkar ji bajorakê hatin dûrxistin.