Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin 2018-08-02 12:25:14   AMED - 4 sal bi ser komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî gelê Êzidî pêk anî re derbs bûn û parlamentera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca ji bo komkujî bi awayekê fermî bê naskirin, teklîf dabû Meclîsê. Uca, diyar kir ku bi tu awayî bersiva teklîfa wê nehat dayîn û got: “Ligel vê yekê jî ev du salin destûr nadin ez biçim kampa AFAD’ê ya Êzidiyan.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê ya Êzidî Feleknas Uca, ji bo jenosîda “Fermana 73’yan” a li ser gelê Êzidî ji aliyê Tirkiyeyê ve bê naskirin, di meha Nîsanê de teklîf pêşkêşî Meclîsê kiribû. Uca derbarê 4’emîn salvegera komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî gelê Êzidî pêk anî de axivî û wiha got: “3’yê Tebaxê weke rojek reş ket dîrokê. DAIŞ’ê li ber çavên hemû cîhanê komkujiyek mezin pêk anî. Gelê  Êzidî ji dîrokê û vir ve tim rastî fermanan hatine. Ji ber ku gelê Êzidî, xwedî ziman, çand û nasnameya xwe derdikeve, bedelên pir mezin dan. Hewldanên ji bo tunekirin baweriya Êzidiyan, tim bi  komkujiyan bi encam bûn. 3’yê Tebaxê komkujiyek gelê Kurd ji holê rakirin bû.”   ‘GER ZIMANÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ HEBÛYA…’   Uca, anî ziman ku îro 6 hezar jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê dene û wiha  bilêv kir: “Berî komkujiyê gel bêparastin û bê çekbûn. Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Mirovan ji bîrçîna jiyana xwe  ji dest dan. 450 hezar Êzidî neçar man ku koç bikin. Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya, bi aniya ser ziman û zilma hat jiyîn biqiriya. Dîsan jî gelê Şengalê li dijî zilmê li ber xwe da û axa xwe terk nekir. Dayîka  70 salî ya li pişt ceparên Çiyayê Şengalê li ber xwe da, ji bo hemû jinên Kurd têkoşiya. Ger heya niha dayîkên me li ber xwe didin, ji bo jinên di destên çeteyên DAIŞ’ê dene. Ev têkoşîn ji bo azadiya gelê Kurd û avabûna statuya wê ye.”   ÊZIDÎ HÎNA JÎ DI KONAN DE DIJÎN   Uca, da zanîn ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê nêzî 33 hezar Êzidiyan sinorê herêmên navçeyên Qilabana Şirnexê derbas kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gel ku 4 sal bi ser komkujiyê re deras bûn jî, Êzidî hîna jî li kampên AFD’ê di konan de jiyana xwe berdewam dikin. Gelê Êzidî neçarê  vê jiyanê dikin. Di 4’ê Nîsana 2018’an Roja Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan de, ji bo Tirkiye komkujiya DAIŞ’ê ya Şengalê nas biki min teklîf da Desteya Giştî ya Meclîsê. Lê heya niha bi tu awayî bersiv nehatiye  dayîn. Gef li ser Êzidiyan berdewam dike. Kampa AFAD’ê ya Êzidiyan mîna girtîgehek servekiriye. Destûr nadin em biçin kampê. Mîna wekîleke Êzidiyan ez nikirm, biçim serdana kampa Êzidiyan. Polîtîkayên dewletê yên li ser civaka Êzidiyan li vê derê carek din derdikeve holê.”   MA / Ozgur Paksoy