Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn 2018-08-02 12:11:54   ENQERE – Îro roja biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ye. Hat zanîn ku Serokê Heyeta Dadgehê Selfet Gîray gotiye “Heta nîvê şevê jî dewam bike, ez ê îro biryar bidim.”     Danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn, di roja sêyemîn de dewam dike. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê dîtin.    Danişînê roja sêşemê destpê kiribû û dorpêça polîsan li dijî malbata îro jî bal kişand ser xwe. Li derdora dadgehê polîs û maşîneyên zirxî hatin bicihkirin.    Doz ji 182 klasorên dosyeyan pêk tê. Parêzerên mexduran daxwaz kirin ku ji bo kêmasiyên di dosyeyê de belgeyan ji bajarên din bînin. Daxwaza parêzeran bicih neanîn. Her wiha li gel delîlan jî der barê peywîrdarên cemaweriyê de doz nehatin vekirin. Li gel parêzeran xwest doz vebibe jî lê doza ji bo polîsan ji aliyê dadgehê ve hat piştguhkirin.    Li bendê ye îro biryara dozê bê dayîn. Hat zanîn ku Serokê Heyeta Dadgehê Selfet Gîray gotiye “Heta nîvê şevê jî dewam bike, ez ê îro biryar bidim.”