Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin 2017-10-19 16:47:53 STENBOL – Dema binçavkirina Serokê Lijneya Rêveberiya Çandê ya Anadoluyê û karsaz Osman Kavala 7 roj hat dirêjkirin.  Serokê Lijneya Rêveberiya Çandê ya Anadoluyê û karsaz Osman Kavala dema duh ji Dîlokê vegeriya Stenbolê li Balafirgeha Ataturkê hatibû binçavkirin. Kavala li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin. Hat zanîn ku dema binçavkirina Kavala 7 roj hatiye dirêjkirin.    KATÎ PÎRÎ BERTEK NÎŞAN DA   Raportora Tirkiyê ya Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî di hesabê xwe yê Twîtterê de peyamek parve kir û bertek nîşan da. Pîrî wiha got: “Binçavkirina Osman Kavala bûye cihê aciziyeke zêde. Ji bo bi lezgînî bê berdan ez ê li Parlamentoya Ewropayê bang bikim.”