Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd 2018-08-02 09:01:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Profesorê Kurd Caucher Bîrkar ê li Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilîz kar dike, Madalya Fîelds ku weke Nobela matematîkê tê zanîn a Yekîtiya Matematîkvanan  a Navnetewî stend.   Yekîtiya Matematîkvanên Navnetewî di Kongreya Matematîkvanan a Navnetewî de ku serê 4 salan carekê tê lidarxistin, Madalya Fîeldsê dide 2, 3 an jî 4 matematîkvanan. Xelata ku navê matematîkvanê Kanadayî Jonhn Charles Fîelds stendî, ji 1936’an ve tê dayin û di cihana zanistê de bi rengê Nobela Matematîkê tê zanîn.   Di Kongreya Matematîkvanan a Navnetewî de ku îsal li bajarê Rîo de Janeîro ya Brezilyayê pêkhatî, madalyaya 2018’an dane profesor Caucher Bîrkar ê ji Zanîngeha Cambrîdge, ji ETH Zûrîhê Alessîo Fîgallî, ji Zanîngeha Bonnê jî dane profesör Peter Scholze û ji Zanîngeha Stanfordê jî dane Akshay Venkatesh.   Caucher (Koçer) Bîrkar ê 40 salî ku li Zanîngeha Cambrîdgeyê peywirdar e, li Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê ji dayik bû û ji 2000’î ve li Ingilistanê dijî.   Bîrkar ê bi statûya penaberan ji mêj ve li Ingilîstanê dijî, der barê xelatê de got: "Hêvî dikim xelata ku min stendî 40 milyon Kurd kêfxweş bike." Bîrkar diyar kir ku Kurdistanê ji bo zarokên ku siberojê wê bibe matematîkvan welatekî dijwar e û got: "Min bawer nedikir ku rojekê vê xelatê bistînim.’’   MADALYAYA WÎ PIŞTÎ MERASÎMÊ HAT DIZÎN   Hat zanîn ku madalyaya pisporê geometriyê Bîrkar hatiye dizîn. Piştî merasîma xelatdayînê Bîrkar madalyaya xwe xist nava çenteyê xwe û piştre ferq kir ku madalya û telefona wî hatiye dizîn.   Tevî hemû lêgerînên li salonê madalyaya wî nehate dîtîn. Organîzatorekê ku ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re axivî nûçeya diziyê erê kir.