Gundiyan derbarê teqîna Colemêrgê de axivîn: Bi dehan maşîneyên zirxî derbas bûn 2018-08-01 16:34:47 COLEMÊRG - Gundiyan, derbarê teqîna li Geverê pêk hat û di teqînê de hevjînê serbazekê Nurcan Karakaya û kurê wî yê 11 mehî tê de jiyana xwe ji dest dan de, axivîn. Gundiyan, di axaftina xwe de wiha gotin: “Karakaya berî 3 rojan dixwest biçe herêmê û terîfa rê ji wan girt. Berî teqînê bi dehan maşîneyên zirxî yên leşkeran derbas bûn, lê tiştek nebû.” Di heman demê de, hat diyar kirin 12 kes li gund hatin binçavkirin.    Gundiyan, derbarê teqîna li navçeya Gevera Colemêrgê pêk hat û di teqînê de hevjînê serbazekê Nurcan Karakaya û kurê wî yê 11 mehî Mustafa Bedîrhan tê de jiyana xwe ji dest dan de, axivîn.  Li navenda navçeyê li gel ku 6-7 maşîneyên zirxî polîsên trafîkê diparêzin jî, destûr dayîna malbata Karakaya ya bi tena serê xwe li herêma pevçûnan geştê bike, di serê mirovan dibe mijara pirse. Hat diyar kirin ku di teqîna li çolterê rû da de, yek meşîneyek zirxî ya leşkerî piştgiriya malbata Karakaya nedikir û piştî bûyerê jî mûdaxile pir dereng tê kirin.   '3 ROJBÛN HEWL DIDA BIÇE GEL HEVJÎNÊ XWE’   Welatiyên gundê Qadiyan a nêzî herêma taqîn lê rû da, diyar kirin ku Nurcan Karakaya 3 rojbûn hewl dida biçe gel hevjînê xwe û ji wan terîfa rê girt.    ‘BERÎ TEQÎNÊ BI DEHAN MAŞÎMEYÊN ZIRXÎ DERBAS BÛN’    Gundiyan, anî ziman ku wan rêya her tim leşkeran bi kar danîn nîşanî Karakaya kirin û wiha gotin: “Berî teqînê bi dehan maşîneyên zirxî di wê rê de derbas bûn. Dîsan berî bûyerê wesayîtek sivîl di wê rê de derbas bû. Destûr dayîna Karakaya ya bi tena serê xwe di wê rêyê de geştê bike, mirovan dixe nava fikaran.”   LI GUND 12 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li aliyê din, hat zanîn ku berî teqînê kesên bi Karakaya re hevdîtin kirin jî dinavê de, 12 gundî hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Bajaroka Buyukçîftlîkê.