Rêveberê DBP’ê yê binçavkirî hat berdan 2018-08-01 14:34:55   MÊRSÎN – Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Mersînê Doğgan Atay ku duh hatibû binçavkirin û sewqê dadgehê hatibû kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdanê.   Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Mersînê Dogan Atay ku duh li navçeya Mezîtlî ya Mersînê hatibû binçavkirin, îro piştî temambûna îfadeyên xwe yên li emniyetê, sewqê edliyeyê hat kirin.    Atay piştî lêpirsîna xwe ya dozger bi angaşta ‘Propagandaya rêxistinê’ kiriye, bi daxwaza girtinê sewqê dadgerê lêpirsînê hat kirin. Atay piştî ku îfadeyên wî li dadgehê hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hat berdanê.