Doza darizandina cerdevanê îstîsmarkar talûq bû 2018-08-01 14:20:31   WAN - Doza darizandina cerdevan Tekîn Gulaçti yê îstîsmara zayendî li du zarokan kir, talûq bû.   5’emîn danişîna cerdevan Tekîn Gulaçti yê girtî tê darizandin ku berî du salan li Wanê îstîsmarê du xwişkên hev ên astengdar kiribû hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê hat dîtin. Malbat û parêzerên zarokan, endama Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a bi KHK’ê hatibû girtin Gongul Denîz beşdarî danişînê bûn. Bersûc Gulaçti di danişînê de parastin kir û wiha got: “Îfadeyên min di danişînên derbas bûyîn de dayîn, dubare dikim.”    Piştî parastinan, şandeya dadgehê danişîn talûqî 19’ê Îlonê kir.