Li Heskîfê pevçûn: Kesek mir 2018-08-01 13:23:19   ÊLIH – Li gundê Şikefta yê navçeya Heskîfê ya Êlihê di navbera malbatan de bi çekan pevçûn derket û kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.     Li gundê Şikefta yê navçeya Heskîfê ya Êlihê ji ber nîqaşeke li ser erd di navbera malbatan de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku malbatan bi çekan êrîşî hev kir de welatiyê bi navê Abdûrrahman  Yilmaz (58) hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên bajar. Leşkeran li gund bergiriyên ewlehiyê girtin.