152 saziyên jinan: Em ê dev ji mafê xwe bernadin 2018-08-01 12:27:29   STENBOL – 152 saziyên jinan diyr kir ku sazî û mafê bingehîn ên zagonî yên di bin mîsogeriya peymanên netewî û navneteweyî de di bin tehdîdên micid de ne û got: “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin.”    Pêkhateyên Tevgera Jinan a Tirkiyeyê bi şiara “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin” daxuyaniya nivîskî da.   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bi sedsalan e jin têkoşîna şertên jiyanek rûmeta mirovahiyê, azadî û wekheviyê birêve dibin û bi saya têkoşîn û piştevaniyê di warê siyasî û civakî de bo guhertin bê temînkirin û reformên destûra bingehîn û zagon jî ji bo pêk bên mekanizman ava kirin e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sazî û mafê bingehîn ên zagonî yên di bin mîsogeriya peymanên netewî û navneteweyî de di bin tehdîdên micid de ne û wiha hat gotin: “Em ê dest ji maf û têkoşîna xwe bernedin.”