Girtî: Em ji ber bermahiyên febrîkayê nikarin bêhn bigirin 2018-08-01 11:37:20 ÎZMÎR – Girtiyên ku li Girtîgeha Jimara 2 a Tîpa T Bandirmayê dimînin, bi nameyekê bal kişand ser bermehiyên febrîqayên nêzî girtîgehê ku xesarên didin xwezayê.   Girtiyên ku li kogûşa A-9 a Girtîgeha Jimara 2 a Tîpa T Bandirmayê ya Balikesîrê dimînin, binpêkirinên mafan ên li hemberî xwe bi nameyekê ji Navenda Giştî ya Komeleya  Mafê Mirovan re ragihandin.    Girtiyên bi navê Ahmet Kolokan, Rustem Daş, A. Hamit Ahras, Bekir Koydû, Fethûllah Yîgîtt, Barış Akgun, Yunus Ozer, Delîl Ûfak, Remzî Almaz, Mûhammed Mûhammed, Mûstafa Elma, Veysî Ogûz, Lokman Babat ve Ahmet Benek ragihandin ku ji ber bermahiyên febrîqeyan nayên îmhakirin xesarê didin xwezayê.    Girtiyan ragihand ku ji ber bermahiyên febrîqeya gubreyê û tesîsa hikberandina mirîşkan ên nêzî girtîgehê bi awayekî qanûnî nayên îmhakirin û bergirî nayên girtin nikarin bêhn bigirin.    Girtiyan di berdewama nameyê de ev tişt ragihandin: “Ev rewş di heman demê de dibe sedema çêbûn û berbelavbûna nexweşiyên şobayê. Tu bergirî nehatine girtin. Rewşa heyî sûc e û gef li tenduristiya me dixwe. Her wiha kalîteya jiyanê ya li girtîgehê dixîne û dibe sedemeke micid a nexweşiyê.”