HDP’ê îstîsmara li Qilabanê bir Meclîsê 2018-08-01 11:30:14 AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 14 salî ya li bajaroka Dêrahînê ya Şirnexê pêk hat, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê Dersîm Dag, îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka keç a 14 salî ya li bajaroka Dêrahînê ya Şirnexê pêk hat, ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu bi bersivîne pêşniyar pirs da.    Dag di pêşnûme pirsa da de wiha got: “Li bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qilebana Şirnexê derket holê ku H.Y û E.Y ên ji cerdevaniyê derbasî çawîştiya pispor bûn û ajokarê dolmîşê A.Y. îstîsmarê zarok keça 14 salî kirine û A.Y. dîmenên zaroka 14 salî Y.Y. li ser hesabê medya civakî parve kirin. Îstîsmarkarên xwestin îstîsmara zayendî ya li ser Y.Y. daîmî bikin, bi dîmenên kişandinbûn şantaj lê kirin. Malbata Y.Y. ji bo Y.Y. ji îstîsmarkar û malbatan wan biparêzin, şandin gel xizmên xwe yên gundeke din. Dîsan li gorî îdîayan, ajokarê serwesî A.Y., du çawîşên pispor H.Y. û E. Y. dinava  du salan de, bi heman awayî îstîsmarê 15 zarokan kirine, lê ev yek ji raya gişttî hatiye veşartin.”   'GELO LÊPÎRISN HAT DESTPÊKIRIN?'   Dag, di dewama pêşnûme pirsa xwe de ev pirs jî Wezîr Soylu kirin:    * Agahiya we ji vê bûyerê çêbû?    *Gelo derbarê bûyerê de lêpirsînek hatiye  destpêkirin?   * Ger lêpirsînek hatibe destpêkirin, di vê çarçoveyê de, rewşa hiqûqî ya  derbarê A.Y., H.Y. û E.Y. di kijîna astê deye?    * Gelo îdîayên A.Y., H.Y. û E.Y. îstîsmarê 15 zarokên din kirine, raste?   *Ger ev îdîa rast bin, heya niha lêpirsînek hatiye vekirin û encamên lêpirsînê di kîjan astê dene?