Jinên girtî tecrîd şermezar kir 2017-10-19 16:36:23     STENBOL - Jinên li Girtîgeha Gebzeyê girtî ne, bi çalakiyekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.    Jinên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tên girtin, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, çalakî pêk ahîn. Jinên girtî bi rêya malbatên xwe agahî da nû destnîşan kirin ku rojê 4 caran bi lêdana deriyan tecrîdê şermezar dikin.   Jinên girtî astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re şermezar kirin û aşkera kirin ku ew ê dernekevin hevdîtina girti û vekirî.   Jinan di heman demê de ji Serdozgrê Komarê yê Bursayê û Komîsyona Mafên Mifovan a Meclisê re jî daxwazname jî şandin û ev tişt hat gotin: "Divê wekî hemû girtiyan, Ocalan jî bikaribe ji mafên hevdîtina parêzeran sûdê bigire."   Girtiyan piştrast kir ku heta parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk neynin, ew ê dernekevin hevdîtina vekirî û girtî, destnîşan kirin ku dê çalakiyên wan ên derneketina hevdîtinê, neaxaftina bi telefonê û lêdana deriyan berdewam bikin.