‘Dê welat bibe girtîgeha vekirî’ 2018-08-01 10:53:39   DERSIM – Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Dersimê (ÎHD) Gurbuz Solmaz diyar kir ku bi mayîndekirina Rewşa Awarte re dê binpekirinan mafan û cînayetên kujerên wan ne diyar zêde bibin. Serokê Bajar ê EMEP’ê Mûstafa Taşkale jî diyar kir ku dê welat bibe girtîheke vekirî.   Pêşnûmeqanûna ku sererastkirinên piştî Rewşa Awarte têde cih digirtin, ket meriyetê. Ji ber rayeyên ji waliyan re hatine nasîn, pêşnûmeqanûn rastî bertekan tê. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Dersimê (ÎHD) Gurbuz Solmaz û Serokê Bajar ê Partiya Kedê (EMEP) Mûstafa Taşkale qanûnîkirina pêkanînên Rewşa Awarte û encamên wan nirxandin.   ‘DÊ KUÇE BI TEMAMÎ JI GEL RE BÊ GIRTIN’   Serokê ÎHD’ê yê Dersimê Gurbuz Solmaz bi bîr xist ku Tirkiye ji hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê ve bi Rewşa Awarte tê birêvebirin û wiha got: “Rewşa Awarte hê pirtir hat tundtir kirin û di her qadê de azadî hatin sînorkirin. Bi mayîndekirina Rewşa Awarte re pêavêtina mirovan jî bi destûra walî ve hat girêdan. Kuçe ji civakê re hatin girtin û dê bajar bi ‘Waliyên Super’ bên birevebirin.”   ‘BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BIBE’    Solmaz da zanîn ku bi mayîndekirina Rewşa Awarte re dê Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve çûye û ev tişt anîn ziman: “Tirkiye bi van qanûnan dê bibe welatekî ku qanûn, daraza serxwebixwe û ewlehiya canê mirovan lê tune ye. Dema ku li welatekî adalet, demokrasî, mafê mirovan û ewlehiya canê mirovan tune be, tu girîngiya mayîndekirina Rewşa Awarte jî tune ye. Tişta girîng berfirehkirina qadên azadiyê ye. Demeke ku têde binpêkirina mafan û cînayetên kujerên wan ne diyar zêde bibin li benda me ye.”    ‘TU TIŞT WEKÎ BERÊ NEBE’    Serokê EMEP’ê yê Dersim Mustafa Taşkale diyar kir ku bi pêşnûmaqûnê ‘pergala yek kesî’ û ‘dîktatorî’ hatiye înşakirin û wiha got: “Ji bo kesên têkoşîna demokratîk didin Rewşia Awarte hatiye mayîndekirin. AKP dixwaze her tiştî li gorî dîzayn bike. Dê tu tişt wekî berê nebe. Bi gotina Erdogan dê walî bibin nûnerê wî yên bajaran. Daxuyaniyeke partiyên siyasî ya bê destûr jî dê wek sûc bê hesibandin.’    ‘DÊ BIBE GIRTÎGEHA VEKIRÎ’   Taşkale destnîşan kir ku bi mayîndekirina Rewşa Awarte re dê Tirkiye vegere girtîgeheke vekirî û axaftina  xwe wiha domand: “Dê bibe ku mirov nikaribin tu tiştekî bikin. Di her qadê de sînordarkirin çibibin. Tirkiye hem li hundir û hem jî li derve tengav bûye. Welat bi van polîtîkayan nikare pir dirêj bê birêvebirin. Dê krîza aboriyê çiqas biçe kûrtir bibe.”