‘OHAL li Amedê qet ne rabûye’ 2018-08-01 10:43:10   AMED - Welatiyên bertek nîşanî daîmîkirina pêkanînên OHAL'ê dan, diyar kirin ku ji xwe li Amedê qet OHAL ne rabûye û gotin: "Bi erkên dan waliyan, dê zextên li herêmê hîn zêdetir bikin."   Qanûna piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat sererastkirin û weke “OHAL’a daîmî” tê binavkirin, piştî ji aliyê Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan ve hat qebûlkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşand û ket meriyetê. Bi vê qanûnê erkên waliyan hatin zêdekirin. Ji bo zêdekirina erkên waliyan welatî bi bertekin.    ‘LI AMEDÊ OHAL QET RANBÛ’   Welatî Emrullah Çagin, diyar kir ku OHAL rabû , lê bandora vê qet li wan nekir û wiha axivî: “Tê gotin ku  OHAL rabû. Lê ya rast ranebûye. Hûn li vê derê ji kê bipirsin dê bêjin OHAL ranebûye. Ger OHAL rabûya, evqas lêgerîn nedihatin çêkirin. Panzêr evqas li ser rêyan nedigeriyan. Tu tişt neguheriye. Li Amedê OHAL qet nerabûye. Evqas erk dayîna waliyan ji bo  min pir tewş tê. Ger waliyek dê destûra min bide ez bikevim nava bajarekê û derbikevim, wê demê bila ev welat qet behsa demokrasî û mafê mirovan nekin.”   ‘HATINA GEL HEV JÎ SÛC TÊ HESIBANDIN’   Ewlekarê taybet Mehmet Ak jî, anî ziman ku qanûnên OHAL’ê berdewam dikin û wiha got: “Li hemû deran hîna jî em rastî lêgerînên bi keyfî tên. Çavên me li polîsan jî bikeve sûc tê dîtin. OHAL hîna ranebûye. Em nikarin bi awayekê pir rehet herin bajarên xwe û bên. Bi erkên dan waliyan mafê mirovan xesp dikin. Tenê kesek biryarê didin û ev pir nebaşe.”   ‘GELO ÇIM MÎHRÎCAN TÊN ASTENGKIRIN’   Xwendekarê   Zanîngeha Munzurê Fuat Guneş jî, walî dê hin zêdetir li herêmê astengiyan derbixin û wiha bilêv kir: “Bi KHK’an mirov ji kar avêtin. Niha jî qanûn derxisstin. Gava ez kesên ji kar hatine avêtin dibînim, derbarê pêşerojê de gumanên min çêdibin. Ger OHAL rabû be, wê demê çima Mîhrîcana Dersimê qedexe kirin. Qet baweriya min nîne ku OHAL rabû be.”   ‘OHAL HÎNA BERDEWAME’   Xwendekarê Hiqûqî ya Zanîngeha Dokuz Eylul Nejat Karakuş û karkerê înşaetê Ramazan Yildirim jî, diyar kirin ku bi daîmî kirina OHAL’ê re pergalek nû kirin meriyetê  û wiha gotin: “Bi qanûnên nû dixwazin civakê ber bi kaosê ve bibin. Zêdekirina erka waliyan dê pir xeteriyan bi xwe re bînin. AKP mirovan dixapîne. Ji bo gorên dayîk û bavê xwe ziyaret bikim çûm Lîcê, lê li wir rastî heqaretan hetim. Qaşo OHAl rabûye. Ger rabûye jî, ji bo me ne rabûye. Hîna rewşa awarte berdewame.”   MA / Esra Solîn Dal