Rojnameger Oner: Di binçavan de MÎT’ê gef li min xwar 2018-08-01 09:19:45 ÎZMÎR – Rojnameger Gokhan Oner ê ji girtîgehê hat berdan bal kişand ser rewşa xwe ya di girtîgehê de û got: "Rêveberiya girtîgehê ez kirim hucreya yek kesî. 4 roj hucrê de mam. Gefa heta bi heta di hucreyê de bêm hiştin li min xwarin û nehiştin ez nûçe û agahî ji bo rewşa dinava girtîgehê çêbikim û bişînim derve."    Gokhan Oner ê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ya bi Biryara Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin, raja 27’ê  Nîsana 2018’an de li Denizliyê bi serdagirtina malan de ligel 4 kesan hat binçavkirin. Roja 4’ê Gulanê derxistin mehkemeyê. Mehkemeyê Oner girt û şand Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê. Di doza ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye”, “Propgandaya rêxistinê kiriye” de 90 roj girtî ma. Onen di danişîna 26’ê Tîrmeha 2018’an de bi ‘şertê kotrola edlî’ hat berdan. Oner rewşa binçav û girtîgehê wiha vegot: "Roja 27’ê Nîsan serê sibehê Polîsên Tevgera Taybet (POH) bi ser malê de girtin, devê luleya çeke kirin serê min û gotin; “Tuyê berdêla xiyaneta li dijî welat bidî” û li min dan. Di bin çav de me bi zorê birin û kesên digotin “em endamê MÎT’ê’ re hevtîn dan kirin. Bi navê hevdîtina parêzer me birin emyetê û hevdîtin dan kirin. Parêzerên me bi hinceta tadîlat heye nebirin odeya parêzeran hema di korîdorê de hevdîtina parêzer bi me dan kirin. Lê cihê parêzeran ji MÎT’ê re hatibin veqetandin."    ‘GEFA MIRINÊ XWARIN’   Oner diyar kir ku di bin çav de biserdagirtina malan de kuştina Dîlek Dogan û Dîlan Kortak bi bîra wî anî û wiha pêde çû: “Polîsê bi navê Şahîn bi gotina ‘niha jiyîna te mucîzeyek e’ gef li min xwar. Da zanîn ku ligel Dîlek, Dîlan û hin kesên din navê min jî ji ber ku di DÎHA’yê de nûçe çêkirine lîsteya kuştiyan de heye. Kesên ku xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û bi mere hevdîtin kirin li gel min teklîfa ajantiyê li Mehmet D. û Erol B. jî kirin. Her du kes jî bi xetereyên bên serên malbatên wan de gef li wan xwarin. Li Girtîgeha Tîpa D ya Denizliyê jî di ketinê de lêgerîna tazî hat kirin û gef li mehe hat xwarin. Li gel hemû zextan jî min ji xeta çanda berxwedêr ya Çapameniya Azad çavîz neda wan”.    ‘GIRTIYÊN EDLÎ JÎ RASTÊ ÊRIŞ Û TACÎZÊ DIHATIN’   Oner diyar kir ku wî di hucrekek heşere tije û bi pîsiyê dagirtî de 4 roj girtin û wiha dewam kir: “Bi gotinên giran ên  zayendî heqaret kirin. Nexweş bûm, bi gotina; li vir mafê ‘terorîstan’ ya dermankirinê nîn e û nebirin revîrê. 4 roj av jî nedan. Zor dikir ku ez ji luleya zengar a tuvaletê av vexwum. Edliyên girtî ên kêleka min dema bihîstin ku ez rojnamegerim. Ji min xwestin ku ez rewşa wan bikim nûçe, van tiştan anîn ziman; Girtiyê bi navê Ozgun O. ji ber şertên nebaş yên hucreyê hewl daye ku xwe întixar bike. Dema wî radikin nexweşxaneyê 6-7 kardiyan heta dev û rûyên wî di nav xwînê de dihêlin lê didin. 2 roj piştî lêdanê hê radikin nexweşxaneyê. Girtiyê edlî yê bi navê Muharrem A. jî diyar dike ku di lêgerîna tazî de gardiyan herêmên wan ên cinsî bi dest tacîz kirine. Ji bo tirsiyaye bertek nîşan nedaye.”    ‘KIŞANDINA WÊNEYÊ JI BER EWLEHIYÊ QEDEXEYE.’   Rojnameger Oner diyar kir ku destûra mafê bikaranîna aktivîteyên civakî ji bo girtiyên siyasî tinebûn û got: "Pir car dîlekçeyên me didan re bersiv nedihat. Nameyên me nediçûn û nedgîştin cihên xwe. Lê perê nameyên nedçûn cihên xwe jî ji hesabên me dibrandin. Xwarin jî nedihat xwarin. Pirtûk qedexe bûn. Ên me jî dest dan ser. Me doz vekir. Me dozê qezenc kir. Lê Rêveberiya girtîgehê biryara mehkemeyê jî negirt ber çavan. Ji bo girtiyê Siyasî di qawîşê de kişandina wêneyê ji ber ewlehiyê qedexebûn."    ‘HER TIŞT QEDEXE LÊ ÎMAM NE QEDEXE BÛN’   Onen bal kişand ser Rewşa Awarte (OHAL) ya li girtîgehê û wih pêde çû: “Ji ber OHAL’ê li girtîgehê her tişt qedexebûn. Heftêde carek ew jî nîv seet tu karibin bi parêzerê xwe re hevdîtin bikî. Lê li gel ku tu daxwaz tinebûn jî  îmam bê ku astengî derkeve diçûn û di qawîşan de propagandaya AKP’ê dikir. Ji ber bertekan di demên dawî de hatine îmamam kêm bûn.”      ‘JI KEYFA XWE LÊPIRSÎN DIDIN VEKIRIN’    Oner anî ziman ku kargoyên ku malbatan dişand bi hefteyan dereng didan girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em diçûn ji bo girtina kargoyê jî bi gotinê provakasyon re rûbirû diman. Roja 24’ê Tîrmehê ji bo kargoya hatî bigrim dema ez çûm bi gotinên; ev kargoya ‘terorîstane’. Bombeyên bi dest çêkirî tê de çikandine, heqaretê li min kirin. Di mehek de 4 car lêgerîna qawîşê kirin. Taybet jî gardiyanê bi navê Mesût di dema lêgrînê de zirar didan eşyayên me. Li gel ku di qawîşa me de çarşafên kêm nebûn jî 3 çarşeb di lêgerînê de wî çirad û wek ku me li dijî wa çalekî kiriye nîşan dan û lêpirsîn dan vekirin.  Çarşebên di kantînê de 15 TL ne li ser 120 TL ceza birîn. Li ser min û 2 hevalên din jî lêpirsîna cezaya hucreyê ya 21 roj het vekirin. Armanc ev bû ku înifaza hevalên me bişewitînin û bernedin. Lê li ger vê jî dê pênûsên me di riya heqîqetê de her binivisînin.”     MA / Rûken Demîr