ROJEVA 01'Ê TEBAXÊ 2018'AN 2018-08-01 09:00:22   * Yek ji xwarinên herî giranbiha yên Wanê penêrê bi giyaye. Ji bo penêr xera nebe û çêj bikevê bi kûpan di bin erdê de vedişêrin. Jinên zozanî diyar kir ku ew penêr bi şîrê miyan çêdikin û tehma xwe ji giyayê xwezayî yên zozanan distîne.    * Zeynep Cobas ji bacanên reş ên li baxçeyên xwe rîçala bacanê reş çêdike. Cobas diyar kir ku rîçala bacanê reş xweser a Îdirê ye.    * Çalakiya 132 karkerên Fîrmaya Kozmetîk a Flormarê yên bûn endamê sendîkayê û ji kar hatin derxistin di roja 79’emîn de didome. Karkeran diyar kir ku her kes dengê wan dibîhîze û gotin: “Tenê desthilatdarî dengê me nabihîze.”    * Hunermendê Dewletê yê Sûriyeyê Omer Gulcan ku ji ber şerê navxweyî neçar ma welatê xwe terk bike diyar kir ku Sûriye di xeyalên wî de wekî ku terk kiriye û ev tişt got: “Ez dema li Sûriyeyê mêze dikim ne Sûriyeya xera bûyî, Sûriyeya berê dibînim. Bila welatê tu kesî nekeve vî halî.”    * Tirkiyeyê ji dema dagirkeriya Efrînê ya di 18’ê Adarê û vir ve gelek rêbazên qirkirin û talankirinên li ser niştecihên Efrînê pêk anîn. Tirkiyeyê û komên hevkarên wê OSO bi polîtîkayên qirkirina gelê Efrînê gelek sivîlên Efrînê qetil kirin, revandin, îşkence kirin û koçber kirin. Ji roja ku Efrîn hat dagirkirin û vir ve kiryar û polîtîkayên binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê didomin ku gihiştiye asta herî jor û ev yek bi belgeyan ji nava Efrînê bi riya çavkaniyên taybet tên bidestxistin û eşkere kirin.    * Êzîdî heta beriya 4 salan li Şengalê bi 73 fermanan re rû bi rû man. Carek din ji bo qirkirineke wisa re rû bi rû nemînin yekîneyên xwe yên leşkerî ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. Yekîneya Leşkerî ya Êzîdiyan destpê kê welatê xwe  rizgar kir. Piştî azadkirinê jî hêzên xwe yên parastin û rêveberiyên xwe ava kirin. Êzîdî niha jî amadekariyê dikin ku ligel Şîayên Ereb ên ku bi hev re dijin îlana avakirina Meclîsa Giştî ya Şengalê bikin.    * Rojnameger Gokhan Oner duh hat berdan. Onur, bal kişand ser rewşa xwe di girtîgehê de û got: "Rêveberiya girtîgehê ez kirim hucreya yek kesî. 4 roj hucrê de mam. Gefa heta bi heta di hucreyê de bêm hiştin li min xwarin û nehiştin ez nûçe û agahî ji bo rewşa dinava girtîgehê çêbikim û bişînim derve."    * Komaleya Mafên Mirovan li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê rapora binpêkirina li girtîgehê amade kir. Li gorî daneyên raporê rojnameya Evrensel, Bîrgûn, Yenî Yaşam û pirtûkên malbat dişînin nadin girtiyan. Li ser daxwaza girtiyan pirtûkên ji girtîgehê tên xwestin jî 2 qat ji nirxê wê bûhatir didin girtîyan.   * Esnafê Igdirê, diyar kirin ku ew ji ber rewşa xirab a aboriyê nikarin kirêya dikanên xwe bidin û gotin : "Krîza niha em têde dijîn, ji krîza serdema Bulent Ecevît jî girantir e. Em hatin asta daxistina derebeyên xwe bigirin."   * Welatiyên bertek nîşanî daîmîkirina pêkanînên OHAL'ê da, diyar kirin ku ji xwe li Amedê qet OHAL ne rabûye û gotin: "Bi erkên dan waliyan, dê li herêmê hîn zêdetir zextan bikin."   * Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Koçmaz, bal kişand ser şewatên qadên li çolterên Şirnexê yên ji ber operasyonên leşkerî rû dan û got: "Armanca dikin ku herêmê bi mirov bihêlin. Helîkopterên ji bo şewata Yunanîstanê amadene, gelo çima ji bo çiyayên Cûdî û Gabarê ne amadene?"    * Yekem rûniştina danişîna biryarê ya Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Partiya Tevgera Kedê (EHP), bi armanca balê bikişîne ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, dê bi sernavê "Ger bêjin na jî, krîz tê" li Kolana Kadîfe Kadikoyê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê." (13.00)