HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da 2017-10-19 16:29:23   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê nasnameya 6 endamên xwe yên li Mûglayê jiyana xwe ji dest dan û 4 endamên wan ên hatin girtin aşkere kir.    Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) navê 6 endamên xwe yên li Mûglayê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Navên endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane ev in: Salih Sanri (Xalit Şirnex) ji Şirnexê, Muhammed Nursîda (Adil Bawer) ji Helebê, Rojhat Seçkîn (Alîşêr Munzur) ji Êlihê, Enwer Kerîmî (Erdal Leylaxî) ji Sinê, Musa Arslan (Mahîr Akdenîz) ji Mêrsînê û Ilyas Demîr (Warger Şîndar) ji Mêrdînê.    HPG’ê aşkare kir ku li navçeya Seydîkemer a Mûglayê jî endamên wan Ekrem Altay (Gabar), Veysî Şengîl (Kamuran), Welat Aşan (Ferhat) û Mehmet Can Yigîner (Firaz) jî hatine girtin.    Rojhat Seçkîn (Alîşêr Munzur) li Amedê, Musa Arslan (Mahîr Akdenîz) li Mêrsînê û Ilyas Demîr (Warger Şîndar) jî li navçeya Hezexa Şirnexê hatibûn definkirin.    Cenazeyê Salih Sanri, Muhammed Nursîda û Enwer Kerîmî hêj li morga Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê tên ragirtin.